Cemîyeta Mustezefan a şaxa Qoserê, bi sedema 'Hefteya Mustezefan a Cîhanê' daxuyaniye medyayî ya girseyî li dar xist. Di daxuyaniyê de bal li behsa zulma ku ji aliyê mustekbîran ve li mustezefan hatiye kirin.
daxuyanî li navenda Qoserê li Qada Azadiyê hat lidarxistin. Saziyên sivîl û nûnerên hinek partiyên sîyasî û xelkên Qoserê jî destek dan daxuyaniyê ya medyayî.
Daxuyaniya çapamenî li ser navê Cemîyeta Mustezefan a şaxa Qoserê, nivîskar û lêkolîner Mahmût Kilinç xwend.
Kilinç, bal kişand ser zulmên li welatên misilmana tên kirin û weha got: “Welatên emperyalîst bi alîkariya qûqlayên xwe li welatên Îslamê, hemî cûreyên zulmê li xelkên misilman dikin. Ji van zalimana re tu ferqa Zarok, pîrek û extîyaran tune ye.”
Kilinç axaftina xwe wiha domand: Yên ku bi hêz û quwetin pêdiviya wan bi tu rêzik û pirensiban tuneye. Yên bi hêz û quwetin ew bi xwe rêzikên xwe wek kanûna da tînin ser gelan. Emperyalist û hevkarên wan, yên misilmanan dîl û esîr girtine bi sedsalan mirênê li ser ve xelkên bindest û ketiya diwarînin.
Berê di kitêban de xaçbeperest û moğollan çawa misilman qetildikirin me xwendî bûn, lê xaçperest û hevalbendên wan ên nûjen, hesabên xwe yên nivçe bi destê hatinên berhevkirin ji misilmanan dibînin.
Kilinç di dawiya daxuyaniyê de, bahsa êrîşên di 6 û 7ê Cotmehê de bi bihana Kobanê hat rastkirin jî kir û weha got: “Yasîn Boru û hevalê wek Habîbî Neccarin.” (ÎLKHA)