Hefteya Mustezefên Cîhanê

Cemiyeta Mustezefan a şûba Wanê, bi munasebeta Hefteya Mustez’efên Cîhanê, panelekê li dar xist. Panel bi beşdariyeke mezin pêk hat. Ji herêma Kurdistanê jî, hinek alim û xetîb tevlî panelê bûn.

Cemiyeta Mustezefan a şûba Wanê, bi munasebeta Hefteya Mustez’efên Cîhanê, panelekê li dar xist. Panel bi beşdariyeke mezin pêk hat. Ji herêma Kurdistanê jî, hinek alim û xetîb tevlî panelê bûn.

Ji hereketa Hewlêrê mamoste Hendîren ‘Ebdullah, ji hereketa Îslamiya Kurdistanê Goran Nûrî, nivîskarên qezeta Doğrûhaberê Seîd Şahîn û Mehmet Yavûz û lêkolîner Sûat Yaşasin, di panelê de xeber dan.

Panela ku ji pêşkêşvanên radyoya Serhad FMê Serdar Anlamaz moderatoriya wê dikir, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre panelîst li gor dema ji wan re hatibû tayîn kirin xeber dan.

Goran Nûriyê şahidê qetlîama Helebçê, di xeberdana xwe de diyar kir ku, gava jenosîda Helebçe qewimiye 13 salî bûye. 25 sal bi ser qetlîamê re derbas bûne lê tesîra sîlehên kîmyasalê, hê dewam dike. Nûrî ji temaşevanan xwest ku, mezlûmên Helebçê ji bîr nekin, ji ber vê yekê jî ğeyret bikin. Hendîren ‘Ebdullah jî da zanîn ku, xelkê Helebçe sirf ji bo ku musluman bûn, marûzî kîmyabaranê bûne.

Mehmet Yavûz li ser zulm û qetlîamên ku di dewra Cimhûriyetê de qewimîne sekinî. Seîd Şahîn jî ji derbeya 12ê Îlonê heta roja me, zulm û neheqiyên qewimîne diyar kir. Sûat Yaşasin jî li ser mesela Sûriye xeber da.

Piştî xeberdanan, grûba Rahmetê hinek klamên li ser Helebçê stirandin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar