Heger Tu Bibî Tabi’ê Wan

Ayeta 120an ji sûreya Beqere bi vî awayî ye." Heger piştî ‘ilmê hate ji te re tu bibî tabi’ê hewa wan, sondbe ku ji Allah Te’ala ji bo te ne xwediyek û ne jî alîkarek heye.”

 Ayeta 120an ji sûreya Beqere bi vî awayî ye." Heger piştî ‘ilmê hate ji te re tu bibî tabi’ê hewa wan, sondbe ku ji Allah Te’ala ji bo te ne xwediyek û ne jî alîkarek heye.” ‘Alimên Îslamê îqaz dikin ku, Musulmanên ku pîrozbahiyên Noelê dikin didin pey ‘adetên kafiran.

 

Regezên Sembolîk yên dîn û çandên ğeyrî Îslamî, digel pîrozbahî û kêfxweşiyên noelê çandeke îsrafê di nav gel de çêdikin.

A ku hê pirtir meriv ditirsîne ew e ku, zarokên me yên ku garantiya pêşeroja me ne, marûzî heyelaneke huviyet û çandeke ne Îslamî dimînin.

Kêf û şahiyên ku bi vexwarina alkolê û bibîrkirina girîngiyên Îslamî tên kirin çiqas tiştekî hezîn e. Digel ku salek ji ‘umr û temenê me kêm bûye, weke ku salekî nû hatibe bidestxistin van şahî û kêfxweşiyan tên kirin.

Bi ‘eşqa ku bê ked meriv dewlemend bibe leyistina qumar, piyango, toto û lotoyan û xwe winda kirina di nava wan de çiqas tiştekî hezîn e.

Dil dixwaze ku, her destpêka saleke nû, însan di nav xwe de muhasebeya nefsa xwe û paşeroja xwe bike û ev muhasebeya sersalê ji bo wî bibe mîladek nû.

Ji bo ku Musulman nekevin nav pîsîtî û rezaletên ku li nav dewletên kafiran bi behaneya Salvegera Wîladeta Hezretî ‘Îsa tên kirin gelek îqaz ji ‘alim û zanayan hatin.

‘Alim û zana îqa dikin ku, yên ku tevlî van pîrozbahiyên noelê bibin dê dabin pey dînên ğeyrî Îslamê.

Çawa ku Xweda Te’ala di Qurana Pîroz de beyan dike: “Heya ku tu nedî pey dînê wan, ne cihû û ne fileh tucarî ji te razî nabin. Bêje: “Bêguman hîdayeta Allah Te’ala ha ew hîdayet e.” Heger piştî ‘ilmê hate ji te re tu bibî tabi’ê hewa wan, sondbe ku ji Allah Te’ala ji bo te ne xwediyek û ne jî alîkarek heye.” Ayet me’neya wê eşkere ye. Aqîbeta kesên bidin pey kafiran û ‘adetên kafiran eşkere ye... Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar