Navenda giştî ya HUDA PARê (Partîya Doza Azad), bi daxuyanîyeke nivîskî, qerarên ku li Misirê di derbarê tevî Serokomar Mursî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan de hatibû dayîn bi bertekeke tund şermezar kir.
“Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Musa jî zilmê dîbinin”
Di daxuyanîya ku ji navenda giştî ya HUDA PARê hatibû belav kirin wiha hat gotin: “ Her çiqas sedsal derbas bibin jî mucadeleya heq û batil didome. Her çi qas cî, kes û dem were guhartin jî di sinca,tebîeta zalim û mezlum de guhartin nabe. Em ji vî tiştî re niha li Misirê şahid dibin.Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Mûsa jî zilmê dibînin. Îro şûna Fîrewnan, Sîsî û altax şûna Hz. Mûsa jî Mûrsî û xelkê Misirê yên mezlûm girtîye.”
Partîya Doza Azad di dawîya daxuyanîya xwe ya nivîskî de wiha ragihand: “Ji bo ku darvekrina Serokomar Mûrsî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan were asteng kirin em bangewazîyê li sazîyên civakî, partî, hikumet û rayedarên dewletê dikin. Her çi ji deste we tê bikin û em bi hevdu re piştgirîye bidin Mûhammed Mûrsî û wan kesên din.” (ÎLKHA)