“Hêj tu kes ji me re alîkarî nekiriye”

XARPÊT - Malbata ku berî vê 2 salan ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê reviya û hat li Xarpêtê bi cî bû a niha di nava perîşaniyê de ye, lewra li gor agahiya ku malbat ragihandiye heta niha tu kes ji wan re nebûye alîkar.

Şerê navxweyî ya Sûriyê ev bi salan e ku berdewam dike. Digel berdewamkirina şerê Sûriyê mexdûriyet û şepirzebûna malbatên ku ji ber şer koç kirine jî berdewam dikin. Malbatên ku ji Sûriyê koç kirine bi sed zehmetî hewil didin bijîn. Ji van malbatên ku şepirze û merxdûr bûne malbatek jî malbata Muhsînî ye.

Hamîd Muhsînê ku sermiyanê malê ye berî vê 2 salan digel xanima û 5 zarokên xwe, her wiha digel xwesû, xwezûr û 2 birayên ji Sûriyê koç kir û hat li Xarpêtê bi cî bû. Malbata ku ji 12 kesan pêk tê a niha di nava haleke dilşewat de hewil dide li ser piyan bisekine. Lewra 12 nefs mecbûr in ku di heman malê de bijîn. Malbatê şepirze a niha li benda alîkariya xêrxwaz û rayedaran e.

Muhsîn di derbarê rewşa malbata xwe de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “ Berî vê 2 salan ez hatim vê derê. Em wek 2 malbatan li vê derê dimînin. Em digel xwesû û xwezûrê min tev de 12 nefs in. Hêj tu kes ji me re alîkarî nekiriye. Pêdiviya me ya erzaq û ardûyê heye. Me malên xwe li Sûriyê hişt. Xweda ji we razî be. Min muracatî walîtî û şaredariyê jî kir. Her car ji min re gotin sibe were.”

Muhsîn di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye