Hejmara 15. a “Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” Derket

“Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” bi hejmara Zivistanê derket. Hejmara Zivistanê a Kovarê, wek tevî hejmarên xwe yên nû dîsa bi gelek mijarên dewlemend dagirtiye.

“Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” bi hejmara Zivistanê derket. Hejmara Zivistanê a Kovarê, wek tevî hejmarên xwe yên nû dîsa bi gelek mijarên dewlemend dagirtiye.

Di beşa weşankar a kovarê de Weşankarê Kovara Kelhaamed, hejmara Zivistanê bi vî awayî bi xwendekaran dide nasîn:

Hejmara mey zivistana îsal bi gelek mesele û mijarên nû ji bona we hat amade kirin. Nivîsên edebî, ‘ilmî û hunerî… Qisse û hikayetên bi ‘îbret, wergerên Rîsaleyên Nûr û dersên Ustad Bedî’uzzeman, helbest û qesîdeyên klasik û tehlîla wan, helbest û şi’rên nûjen, nivîsên hunerî, fikrî û edebî, nivîsên Dimilî û bi tîpên ‘Erebî…

Bê çawa jiyan ji deng û reng û sehayên cuda pêktê, yek bê yekî din nabe, kovara me jî ji ber ku weke mektebeke jiyanê ye ji gelek mijarên cuda pêk hatiye. Ji hêlekî ve camî û munasebetên mey bi wan re, ji hêla din ve meşa mey bi dîn û çanda me re; ji hêlekê ve dîroka me, nasîna mey dîrokê, ji hêla din ve tekrarbûna waqî’eyên dîrokî; ji hêlekê ve kar û ‘emel û heyata mey civakî, ji hêla din ve ders, we’z û nesîhetên seydayên me…

Xwendevanên hêja!

Salvegera qetlî’ama Roboskî ye… Salvegera yek ji sehneyên ‘eciqandina welat û gelê me di navbeyna du hêzên zalim de ye. Ji xwe her meh yan jî demsalên me salvegerin ji boy hinek afatan ku zaliman bi serê welatê me û gelê me de anîne. Bi vê munasebetê, bi nivîs û helbesta Mamoste ku di vê mijarê de amade kiriye em wan jî bibîrtînin.”

Di hejmara nû de nivîsa “Çîrok” a Mamoste Farûqê Çiyayî lêkolîneke gelek balkêş û hêjayê xwendinê ye.

Dîsa rêzenivîsa Kekê Muhammed Sebatî a li ser Seydayên ‘Alem ‘Alimên Kurdistan  gelek hêjayê xwendinê ye. Muhammed Sebatî di vê hejmarê de jiyana Îbn-ul Esîrê Cizîrî nivîsandiye. 

Rêzenivîsa Mamoste Cewdet Karaman a li ser nêzdîroka me ku sitran û kilamên dengbêjên me analîz dike dîsa dagirtiyê ji sitran û dîrokê ye. Deryayek gelek berfireh e, dema meriv dikeviyê meriv di xwe de noq dike.

Kovar kedeke pir zêde li ber hatiye dayîn û bi awayê xwarineke gelek bi te’m ji me re hatiye amadekirin û anîne ber me. Ji me xwendekaran re tiştê dimîne jî ku em bixweynin û bidin xwendin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar