Hejmara 58an a Kelhaamed derket

Kovara çandî, hûnerî, edebî û Îslamî ya ku serê sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya demsala payîzê li hember xwînerên xwe ye.

Hejmara nû ya kovarê bi sernava Çanda Kurdî…. Selahaddîn Eyyûbî derket û pê bal hat kişandin li ser xezîna çandê ku Selahaddîn Eyyûbî ji Kurdan re hiştiye. Ji nivîskarên kovarê Mustafa Turan, Fatih Şêxdodî, Fethullah Yalçın di vê mijarê de nivîsandin. Dîsa hevpeyvîna ku bi bi rêvebirê Enstîtûya Selaheddîn a bi navê “Salah” re hatiye kirin di vê hejmarê de hat dayîn. Ji ber ‘elaqa wan a bi mijarê ve û girîngiya wan u nivîsên Dr. ‘Ebdulkadir Turan ên derheqê mijarê de jî hatin tercumekirin.

Nivîskarê kovarê Cewat Qemerî şehadeta Sacid Pîşgîn wergerandiye bi bal çîrokê ve. M. Baran li ser destdirêjkirina Qurana Pîroz bi kurtasî tehlîlek kiriye. Mehdi Yalçın li ser jiyan û kesayeta qari’ê Quranê ê navdar ê Kurd ‘Ebdulbasit ‘Ebdussemed nivîsandiye. Abdussamed Bayşu û İbrahim Tavzi bi nivîsên Zazayî di vê hejmarê de derketine pêş. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye