Hejmara Êzdiyên Li Midyadê

Hezar û 750 êzîdîyên ku jı ber şer jı şengalê revıyane mîdyadê, lı konbajarê hatın bıcîkırın.

Hezar û 750 êzîdiyên ku ji ber êrîşan, ji herêma Şengalê revîyane hatine Mîdyadê, li konbajarê tên bicîkirin. Êzîdî piştî qeydkirinê ji hêla tenduristiyê ve jî tên kontrolkirin û piştre derbasî kampê dibin.


Qeymeqamê Midyadê Ogûzhan Bîngol diyar kir ku xebata ji bo bicîkirina êzîdiyan berdewam e û wiha got: "Li gor qeydên me yên heta îşev, me hezar û 750 penaber qeyd kirin. Penaber pêşî di kontrola tenduristiyê re derbas dibin û piştre jî derbasî kampê dibin. Heta ku kamp tije bibe, wê penaber bên bicîkirin”
Bîngol wiha dewam kir:


"Ji bo ew ji vê rewşê xilas bibin, em heta ku dikarin bi lez û bez dixebitin. Penaberan di kampê de bi cî dikin. Ji bo parastina wan merkeza herî baş ya Tirkiyeyê, ev der e."

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar