Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane exlebe ji Serpol Zehapa navçeya Kirmanşaha Îranê ne, her wisa hat ragihandin li li Germiyan û Derbendîhanê jî 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 321 kes birîndar bûn.
Bi deh hezaran Kurdistaniyên Rojhilat piştî erdheja bi mezinahiya 7.3an û zêdetirî 100 erdhejên biçûk cara duyemîn şevê li kolanan derbas kirin.
Rayedaran destnîşan kirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tê tirsîn ku hejmara kesên mirî zêdetir bibe . Muhammed Alî Monşîzadeyê rayedarê Tipa Edlî yç Kîrmanşahê destnîşan kir li wan gundên ku çûyîn û hatin lê zehmet in malbatan nêzî 150 kesan defin kirine.
Her wisa Navenda Erdhej û Meteorolojiyê yê Germiyanê destnîşan kir, îşev di navbera seat 19.00-20.00an de li Kelarê û Derbendîhanê 4, li herêma sînor a di navbera Germiyan û Qesra Şêrîn de jî 13 tev de 17 erdehejên biçûk pêk hatine.
ÎLKHA