Hejmara kesên ku di erdhejê Kurdistana Îranê de jiyana xwe ji dest dane li hev nagire

Di erheja bi mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de nêzî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Xelkê hermê derbarê erdheja  bi mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de diyar kirin gelek kes jiyana xwe ji dest dan û hejmar ji reqamên fermî zêdetir e.

Mamoste Ahmed Behramiyê ku rayedarê Cemaata Islah û Dawetê destnîşan kir di erheja bi mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de gelek zêde kes jiyana xwe ji dest dane.

Abdulazîz Selîmî yê ku Mutercîmê Kurdistan û Katibê Yekîtiya Alimên Îslamê ye jî derbarê mijarê de diyar kir hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane nêzî hezar û 200 kesan e û nêzî 5 hezar kesan jî birîndar bûne.

Behramî di berdewama daxuyaniya xwe de wiha axivî: “ Di qada 150 kîlometreyî ya ji Cavanrutê heta Serpolê Zehab 50 hezar mal, 70 mizgeft û 70 medrese zirar dîtin û tahrîb bûn.Her wisa nêzî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Digel mirinan gelek heywan jî telef bûn.”

Di raya giştî de hatibû parvekirin ku di erdhejê de Li Kurdistana Îranê 530 kes jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 500 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)

 

 
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin