Hejmara kesên ku di êrîşa Amerîkayê de mirin derket 58an

Di êrîşa çekdarî ya ku li Las Vegasa Amerîkayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 58an.

Hat ragihadin di êrîşa çekdarî ya ku li Las Vegasa Amerîkayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 58an û 515 kea jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin êrîş bi çekên otomotîk ve hatiye kirin û temena êrîşkar 64 salî ye û mêr e.

Joseph Lombardoyê Şerîfê Polêsên Las Vegasê ye derheqê mijarê de diyar kir êrîş ji 32emîn qeta otelê hatiye kirin û pîrekek jî ji kesê êrîşkar re bûye alîkar. Li gor agahiyên herî dawî di encama êrîşê  de tev de 58 kes mirin û 515 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin kesê êrîşkar di xwe de berdaye û întîhar kiriye.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e