Hejmara kesên ku di noqbûna keştiyê de mirin derket 21an

Hat ragihandin li Kocaeliyê keştiya penaberan binav bû, di binavbûna keştiyê de hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dan derket 21an.

Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Ewlehiya Sahîlê ve hatiye dayîn de hat ragihandin  doh derdora seat 01.35an de li Kefkana Kandiraya Kocaeliyê keştiyeke ku penaberan veduguhast noq bû. Di encama noqbûna keştiyê de 21 kes jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî winda bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di encama xebatên rizgariyê yên ku hatin kirin de 40 penaber hatin rizgarkirin û bo penaberên windabûyî bên dîtin jî xebat berdewam dikin.

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin