Ji ber şer û gefên DAIŞ`ê yên li ser herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên Kurd ji neçarî berê xwe dane Bakurê Kurdistanê.
Di vê derbarê de, Qeymeqamê Qezaya Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê Ebdula Çîftçî ji BasNewsê eşkere kir ku, hejmara koçberên Kobanê li qezaya wan gehiştiye nêzîkî 130 hezar kesan.
Ebdula Çîftçî got: ‘‘Hemû koçberên ku hatine birayên me ne û ji bo em bikaribin alikariya wan bikin, pêdiviya me bi hevkariya hemû aliyan heye.
Derbarê alîkariya Dezgeha Xêrxwazû ya Barzanî bo koçberên Kobanê navborî wiha axifî: ‘‘Em spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin bo alîkarîkirina koçberên Kobanê û pêdiviya me jî bi wê alîkariyê heye.’‘
Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz jî got: ‘‘Em dê hemû hewldanekê bikin ji bo alîkarîkirina koçberan. Herwiha em dê 14 tirên alîkariyê xelkê bajarê Kobanê re bişînin.’‘
BasNews