Hejmara şehîdan derket 21an

Hejmara Mislimanên ku di êrîşên siyonîstên îşxalker û çeteya terorê de hatin şehîdkirin derket 21an.

Îna borî li Filistînê bi beşdarbûna Filistînîyan “Meşa Mezin a Vegerê” hat tertîpkirin. Siyonîstên îşxalker û çeteyên terorê di dema meşê de êrîş birin li ser xwepêşandarên Filistînî. Di encama êrîşa ku hat kirin gelek Filistînî şehîd bûbûn û gelek jî birîndar bûbûn. Hejmara van şehîdan derket 21an.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref el-Kudra  derbarê mijarê de diyar kir Filistînîyekî ku di dema xwepêşanan ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin û berik îsabetî serê wî kiribû şehîd bû û digel vê şehîdê dawî hejmara Filistînîyên ku di êrîşên siyonîstan de şehîd bûn derket 21an.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn.” Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera ‘Roja Axê’ de xwepêşanên “Meşa Mezin a Vegerê’ hat lidarxistin.

Di encama vê meşa ku tê lidarxistin de heta niha 18 Filistînî şehîd bûn û 750ên wan bi berikên rast tev de zêdetirî 1500 kesan jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin ew ê xwepêşan nêzî 6 heftîyan berdewam bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin