Li Ğezzeyê bi rakirina kavil û enkazên avahiyan, hejmara kesên şehîd zêde dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qûdra da zanîn ku li herêma Hûzaayê du cesedên jî hatine dîtin. Li Refahê jî filistîniyekî ku birîndar hatibû xelaskirin can da. Bi vî awayî ji 7ê Temûzê vir ve hejmara kesên şehîd giha hezar û 943an.
Bi agirbesta 72 saetan, rakirina enkazên awahiyên xerabûyî dewam dike. Wezareta Perwerdeyê beyan kir ku di êrîşên Îsraîla rejîma terorê de heta niha 22 mekteb yekser, 141 mekteb jî qismî xera bûne. Wezaretê da zanîn kir ku wê mekteb di dawiya vê salê de bên vekirin. Di demeke kin de temîrkirina mektebên xisardîtî zehmet e. Di êrîşan de 19 mamoste jî hatine qetilkirin. Ji ber êrîşan li Ğezzeyê di seha perwerdeyê de nêzî 10 milyon dolar zirar pêk hatiye.
Îsraîla rejîma terorê, di 7ê Temûzê de ji behr û hewa û bejahiyê ve êrîşan dibe ser Ğezzeyê. Di êrîşan de heta niha hezar û 943 kes şehîd bûne, 9 hezar û 886 kes jî birîndar bûne. Bi sed hezaran kesî jî malên xwe terikandine.
Dengê Xana Axpar