Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.540î

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema şehîdbûna 74 hezar û 540 Filistîniyan û birîndarbûna 175 hezar û 678 kesên din.

Hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de, 10 şehîd û 62 birîndar bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin. Hejmara şehîdan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 1547 kesan.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, di 24 saetên dawî de cenazeyên 10 Filistîniyan anîne nexweşxaneyan.

Hate diyarkirin ku yek ji şehîdan ji bin xirbeyan hatiye derxistin, 62 kesên birîndar jî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.

Bi vî awayî, ji destpêka êrîşan di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 540î û jimara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 678an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kürd Meselesi adalet ve kardeşlik temelinde çözülmeli
3 kesî birîndar bîy
4 kes birîndar bûn
Wezîfeya me ye ku em şaristaniya ku Melayê Cizîrî temsîl dike biparêzin
Fêmkirina Melayê Cizîrî derketina rêwîtîyek e