Li gor saziya Îstatîstîkan, li Tirkiye her sal dora 75 hezar zarok, kişkişînî sûcên cûrecûr dibin. Nêzî 15 hezarê wan, ji herêma Ege û Behra Sipîne. Her wiha di hejmara van zarokan de, her sal zêdebûn diqewime.
Li gor lêkolîn û îstatîstîkan, sebebên ku zarokan teşwîkî sûcan dikin ev in: Di malbatê de di navbera zarok û mezinê wan de têkilî zeîf bibe, îman û me’newiyat û tehsîl û terbiya zarokan zeîf û hindik be, îmkanên sihhet û sosyalî yên zarokan kêm bin, hawêr û derûdora zarokan, hevalbendê zarokan, zarokan teşwîkî û kişkişînî sûcan dikin.
Pispor beyan dikin ku, divê di malê de di navbera zarok û dê û bav de, têkiliyên germ û xweşik û qewî hebin, zarok ji îman û me’newiyatê ne mehrûm bin, li mekteb û di nav grûbên hevalbendiyê de, bi zarok û hevalên qenc re dostanî û hevaltî bikin, ji bo vê yekê jî divê li zarokan guhdengî hebe. Tê îfade kirin ku aktîvîte û fealiyetên sosyol yên li gor me’newîyet û terbiyê jî, ji bo bikaranîn û bipêşvexistina qabîliyeta zarokan hewce ne.