Hejmera kesên di derbarê faciaya madenê de hatin girtin bû 7

SÊRT - Hejmera kesên ku di lêpirsîna hezaza ku li navçeya Şîrwana Sêrtê pêk hat de hatin girtin derket 7an.

Li navçeya Şîrwana Sêrtê di 17ê Mijdarê de di ocaxeke madenê de hezaz pêk hatibû û di vê hezazê de 16 kes di bin hezazê de mabûn ku ji van 16 xebatkaran hêj 3 xebatkar di bin hezazê de ne.Di derbarê vê bûyerê de di çarçoveya ku hat destpêkirin de girtin berdewam dikin. Hejmera kesên ku di lêpirsîna hezaza ku li navçeya Şîrwana Sêrtê pêk hat de hatin girtin derket 7an.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 2 kesên din yên ku di bûyerê de îhmala wan hene doh êvarî hatin binçavkirin.Kesên bi navê S.K. û M.K. piştî jêpirsînên xwe yên li ewlehiyê sewqî mehkemê hatin kirin.Ev her du kesên ku hatin sewqkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Hejmera kesên ku di lêpirsîna hezaza ku li navçeya Şîrwana Sêrtê pêk hat de hatin girtin bi vî awayî derket 7an.

Ji bo dîtina 3 karkerên din hêj xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin