Serokê Odeya Mihendisên Înşeatê yên Entabê Gokhan Çelîkturk destnîşan kir ku daxistina bacên xeyrî menqûl, OTV û KDVyê erênî ne lê kafî nînin.
Serokê Odeya Mihendisên Înşeatê yên Entabê Gokhan Çelîkturk diyar kir ku ew hêvîdar in dema di sektora înşeatê de vesazkirin pêk were dê rewş çêtir bibe. Dûvre Çelîkturk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Tirkiyê bingeha aboriyê înşeat e. Heke rewşa sektora înşeatê baş bibe sektorên din jî çêtir bibin.” (ÎLKHA)