Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber minasebeta 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne.”

Temamê metna peyama Barzanî:

“Di 33yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce û derdora wê de, em bi rêz û rûmet şehîdên vê tawana mezin a rejîma Beesê bi bîr tînin, ku çekên qedexekirî, bi hezaran mirovên bêtawan şehîd kir û bi hezaran jî birîndar kir, ku hinek ji wan heta niha jî ji destê êş û janên wê dinalin.

Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne û hewldanên me berdewam bin ji bo ku hikûmeta Iraqê qerebûya malbatên şehîdan û birîndarên vê tawana mezin bike û em bixebitin da ku rê li ber dubarebûna jenosîdkirina gelê Kurdistanê û her gel û netewe û pêkhateyên din li cîhanê were girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku berhema xwîna şehîdan e, her dem xizmetkirina li malbatên serbilind ên şehîdan, weke erkê xwe yê ewil dibîne. di çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya projeyên pêşvebirina parêzgehan û projeya wezaretan de, me rizamendî li ser çendîn projeyên xizmetguzarî di warên pir, rê, av, elektrîk, nûjenkirina dibistan û nexweşxaneyên parêzgeha Helebceyê de da. Ez hêvî dikim di siberojê de em karibin xizmeteke şayestetir ji bo Helebce û deverên din ên Herêma Kurdistanê bikin.

Ez bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim û her dem di bîra me de ne.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin
Lûtkeyên çiya spî ne, bajar jî roj e