Helîkoptera eskeriyê ket: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

GÎRESÛN - Li çoltera gundê Tohumluka navçeya Alucraya Gîresûnê helîkoptera eskeriyê ket.7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin helîkoptera ku femandar tê de bûn û ji bo pîrozbahiyê diçû qereqolên heremê ket.Di qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Helîkoptera ku fermandar di nav de bûn li çoltera gundê Tohumluka navçeya Alucraya Gîresûnê  ket.Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatine wergirtin di helîkopterê de 8 jê esker û 7 jî naskiriyên eskeran tevde 15 kes  hebûn.Di qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê qezayê de daxuyaniyek da.Yildirim di daxuyaniya ku da de diyar kir agahiyeke eseh a di derheqê qezayê tune ye , tenê tê diyarkirin ji ber qezaya ku pêk hatiye mirî û birîndar hene.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di helîkopterê de Wekîlê Fermandarê Heremê ya Cendirmeyan Mustafa Dogru û xanima wî ya bi navê Nuran Dogan û her wiha 15 kesên ku di nav de wezîfedarên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Gîresûnê jî 15 kes hene. Ev heyeta ku ji 15 kesan pêk dihat diçûn ziyareta malbatên ku naskiriyên wan jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye