Ramî Hemdellah 8 roj berê, raya pêbaweriyê standibû û dest bi wezîfa serekwezîrtiya îdara Ramallahê kiribû. Li gorî xeberan hat gotin ku, Hemdellah îstîfa xwe daye Mehmûd Ebbas.
Rayedarên buroya medyaya serekwezîrtiyê, sebebê qirara îstîfaya Hemdellahê wiha diyar kir “Alîkarê mesûlê ekonomiyê Mûhemmed Mistefa îfade kiriye ku Hemdellah midaxeleyî seha dervê desthilatdariya xwe kiriye.”
Li aliyê din daîreya merkeza îstatîstîka Fîlîstînê, bi minasebeta roja milteciyên dinyayê ya 20ê Hezîranê, raporek weşand. Li gorî raporê, îsal ji meha kanûna paşîn vir ve, zêdetirî 5 milyon Fîlîstînî li Quddûs, Şerîa Rojava, Ğezzeyê û li welatên der û dorê di pozîsyona milteciyê de ne. Ji sedî 17ê milteciyan li Şerîa Rojavayê, ji sedî 24ê wan jî li Ğezzeyê dijîn.
Rapora komîseriya bilind ya dewletên yekbûyî jî da zanîn ku, piştî 1948an rejîma terorê siyonîst Îsraîlê, nêzî milyon Fîlîstînî bizorê sirgûn kirine. Di vê raporê de tê gotin ku, ji sedî 46ê penaberan, zarokên di bin 18 salî re ne. BANGAHEQ