“Hemî Misliman dûbare mihtacê fiqha aştiyê ne”

Serokê Karûbarên Diyanetê Mehnet Gormez beşdarê Civîna Dewra 26 emîn a Meclîsa Fetwa û Lêkolîn ya Ewrûpayê bû.

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez di Civîna Dewra 26 emîn a Meclîsa Fetwa û Lêkolîn ya Ewrûpayê de axivî. Gormez ragihand ku hemî Misliman dûbare mihtacê fiqha aştiyê ne.

Axavtina civîna ku li Stenbolê hat lidarxistin û gelek alimên alema Îslamê beşdar bûn Serokê Karûbarên  Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez kir. Gormez piştî civînê ji rojnamevanan re daxuyanî da. Gormez destnîşan kir ji ber ku Stenbol wek navend ji hemî aliman re mazûvantî dike ew pir bextewar û şad e. Ev yek ji aliyekî ve xemnak e û ji aliyekî ve kêfxweşî ye. Lewra li alema Îslamê de alim nayên cem hec û pirsgirêkên xwe diyar nakin.

Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serenavê civînê ‘em çawa dikarin aştiyê derînin pêş? Em çawa dikarin ji êrîşên ku li Îslamê tên kirin Mislimanan biparêzin?’ Berê divê ku ev civînên zanistî her tim wek bertekî bizivire helwestê. Ev yek dema ku bes bi parastinê pêk tê pir kovandar dibe. Divê ku mirov li pêşerojê binêre. Hemî Misliman dûbare mihtacê fiqha aştiyê ne. Rastî fiqha Îslamê di dîrokê de ew fiqh e ku aştiyê saz dike. Lê di van salên dawî de ji ber ku rewşa Mislimanan pir xerab û kovandar e aştî û cengê cî guhertiye. Misliman êdî mijara gelo dê ew xwe çawa ji teror, ceng, tûndiyê biparêzin. Îslam ji bo ku li ser rûyê dinê hikûmran bibe hatiye şandin.”

Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêzên kureyî heke ji bo ku herêmêm têxin nav herbê hewl bidin jî pêwîst e ku em di warê aştiyê de israr bikin.” Dûvre görmez diyar kir ku ev yek jî nayê wê wateyê ku dê Misliman xwe neparêzin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye