Xwişka Şehîd Seyyîd Qutub Mucahîde Hemîde Qutub sê roj berê çû ber rehma Xweda. Li gor tê zanîn diya me Hemîde Qutub jî wek kekê xwe gelek zulm û te’de di oğira dîn de lê hatibû kirin.
Hemîde Qutub di sala 1965an de ji doza Îxwan-ul Muslimîn hatibû girtin. Hemîde Qutub dema hatibû girtin 29 salî bû bi sûcdariya ku tiştên ji Kekê xwe Seyyîd Qutub hîndike ji seydaya xwe Zeyneb El Ğazalî re neqil dike 10 sal ceza sitendibû. Lê belê di sala 1971an de ji alî Enwer Sedat ve hatibû berdan. Hemîde Qutuba mucahîde û de’wetvan di sehaya edebiyat û helbestan de gelek kitêbên wê hatine çap kirin.
Seyyîd Qutub ji bo xwişka xwe Hemîde wiha gotiye: Hemîde medhê heq dike û yekî hessas û di derbarê pêşerojê de tirsên wê hene.
Hemîde Qutub li Fransa bajarê Parîsê xebatên teblîğê yên Jinên Musulman dimeşande û li ser vê xizmetê di 75 salî de wefat kir. Xweda rehma xwe lê ke. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)