Hemrazê Min! Ji Qelema Selamiyê Bilêderî

Tê bîra te? Dîsa li qûntara Çiyayê Cûdî... Me hespê berî digirtin. Bê me’rek û bê hefsar ez li wan siwar dibûm... Di bin baranê de min wan çargavkî dibezand. Hin şeva me rextê xwe dikir balgî Û me li sitêrka dinihêrt... em di xew ve diçûn. Carna em bi peş

 Nameya te ji min re şandî

Gîşte destê min.

Piştî silav û rêz,

Te hal û demê min pirsîye.

Hemrazê Min!

Ji xwe ji te ve me’lûm e...

Ev ‘emreke di zîndanê de me.

Li vê derê her roj ‘eynî ye.

Ez dibêm qey ‘emrê min tev di zîndanê de derbas bûye,

Û ez dibêm qey do ketime hepsê...

Welleh zîndana bê hewa... Bi toz û rewa...

Ez nexweş kirime...

Hemrazê Min!

‘Ezîzê dilê min!

Dilê min tijî bi hesret û kul û keder e...

Ez nizanim ji te re kîjanî bêjim.

Lê bi van derd û kulê min weke behra Wanê pir in,

Weke çiyayê Cûdî giranin...

Li ber fîdanekî bêjim wê hişk bibe.

Li ber gulekî bêjim wê biçilmise.

Li ba dayîkekî bihalekî bêjim wê weledê xwe bavîje.

Li ba zarokekî bêjim wê pîr bibe.

Diya min û bavê min ku pê bihesin, hew dikenin.

Te divê ka tu ji min re behsa derva bike!

Bi derdê xwe naxwazim te jî elemdar bikim...

Ji xwe tu jî bi mûsîbetê ku bi serê ummetê hatine dizanî...

Hemrazê Min!

Ka ji min re behsa derva bike!

Hesret û meraqê dilê min... Tevî derman bike...

Ji min re behsa malbatên şehîdan bike!

Malbatên muhaciran...

Yên li ğerîbiyê...

Silavê minî germ li wan bike!...

Wextê ez li wir...

Selman û Huseyîn hebûn...

Yek sebiyê şehîdekî bû... Ê dinê yê Yûsûfîyekî bû

Tê bîra te...

Me ji wan re ji qûntara çiyayê Cûdî kew û kîvroşk tanî...

Carna susik, çend cara jî me sîxur anîbû

Me li ser agir dibiraşt, wan û zarokên din bi hev re dixwarin.

Gelo ew zarok vêga di çi halî de ne?

Mezin bûne gelo? Û di rêya bavê xwe de ne?

Hemrazê Min!

Tê bîra te?

Dîsa li qûntara Çiyayê Cûdî...

Me hespê berî digirtin.

Bê me’rek û bê hefsar ez li wan siwar dibûm...

Di bin baranê de min wan çargavkî dibezand.

Hin şeva me rextê xwe dikir balgî

Û me li sitêrka dinihêrt... em di xew ve diçûn.

Carna em bi peşkê baranê şiyar dibûn...

 

Hemrazê Min!

 

Ew kozikê me hebûn... Bi meha em tê de diman...

Hê jî ava ne gelo?

Te zanîbûna min çiqas bêriya wan roja kiriye,

‘Erd û ava wan dera...

Hinga em diçûn kerenga... guriz û kardiya...

Ji bo şîva êvarê...

Însanê wê derê...

Temaşa newalê... Ji ser tehta savara...

Bîna nêrgiza...

Bîna axê...

Min pir bêriyê kiriye hemrazê min!

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar