Hemwelatiyên me yên ku 15 sal e di girtîgehê de rizîne hene

Serokkomar Erdogan got: “Mixabin ev 5, 10 û 15 sal e ku hemwelatiyên me di zindanan de ne û umrê xwe li wir rizandine. Ev yek çêbûn. Niha me firseta sererastkirina vî yekê dît.”

Serokkomar Recep Tayîp Erdoganê ku ji bo pişka Hakim û Dozgerên Komarê di Navenda Gel Çand û Kongreya Beştepeyê de axavtin kir diyar kir ku çendîn sal e hemwelatî di zindanan de ne.

Serokkomar Recep Tayîp Erdoganê ku ji bo pişka Hakim û Dozgerên Komarê di Navenda Gel Çand û Kongreya Beştepeyê de axavtin kir diyar kir ku çendîn sal e hemwelatî di zindanan de ne. Erdogan wiha destnîşan kir: “Mixabin ev 5, 10 û 15 sal e ku hemwelatiyên me di zindanan de ne û umrê xwe li wir rizandine.  Ev yek çêbûn. Niha me firseta sererastkirina vî yekê dît.”

“Hemwelatiyên me yên ku 15 sal e di girtîgehê de rizîne hene”

Serokkomar Erdogan bal kişand ser mehkûmên ku ev çendîn sale ew di zindanan de ne û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi taybet ez dixwazim ku mijarekî diyar bikim. Di 40 salên min ên ku wek siyasî derbas bû de bi taybet di heyama serokwezîr û serokkomariyê ya ku wek 14 sal derbasbû de di şûna wîjdanê de heke hûn wekê ku endamên FETO kirine bikin û fêlbazê îqame bikin ji wir edalet dernakeve. Dê ez eşkere bibêjim. Em mecburin ku îradeya xwe teslîmê Heqqê bikin. Heke em rabin û îradeya xwe wek ipotek bidin destê yekî dê em zirarê bidînin. Tiştekî wiha tune. Edaletekê wiha jî tune. Ji ber vî yekê bi hezaran însan zirarê dîtin. Û mixabin ev însan 5, 10 û 15 sal e ku di zindanan de umrê xwe rizandine. Ev çêbûn. Tiştên wisa hene mirov dizane ku şer e. Lê tê de xêr heye. Hewla derbeya 15ê Tîrmehê îmkanekî wiha kir nesîbê me.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye