Hepsa Diyarbekir Nayê Girtin

Ji hepsa Diyarbekir mehkûm tên şandin. 84 mehkûmên hepsa Diyarbekir, bi teyarê sewkî Çorluyê bûn.

Ji hepsa Diyarbekir mehkûm tên şandin. 84 mehkûmên hepsa Diyarbekir, bi teyarê sewkî Çorluyê bûn. Ji firogehê bi wesaîtan, wan şandin bînayên nû yên li ber hepsa Tekîrdağ ya tîpa Fyê hatine avakirin.

Waliyê Diyarbekir Mûstafa Toprak beyan kir ku, wê hepsa Diyarbekir neyê girtin. Walî li ser gotinên ku wê hepsa Diyarbekir bê girtin vê beyanê kir.

Walî wiha got “Hepsa Diyarbekir nayê girtin. Tenê kapasîta wê tê eyarkirin. Kapasîta wê hezar û 45 e. Feqet nêzî 2 hezar mehkûm li hepsê hene. Li gor qirara wezareta edaletê, em mehkûmên musaîd dişînin hepsên din.”

Hat zanîn ku wê ji hepsa Diyarbekir sewka mehkûman dewam bike.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin