Hepsên Îsraîl

Rejîma Siyonîst Di Remezanê De Mehkûman Bê Xwarin Dihêle.

Siyonîst Îsraîlê îşgalker û dagirker, di meha remezanê de, xatirê rojî û remezanê nizane, di hepsên xwe de li mehkûmên Filîstînî, xwarinê pir hindik belav dike, di wext nade.

Li gor xeberan hat îfade kirin ku ğeddariya siyonîst Îsraîl, di remezanê de jî, li mehkûman dewam dike. Li hepsa Atsabûnê, kesên girtî ji ber xwarin ji wan re nayên dayîn, bêpaşîv rojî digrin. Di fitariyê de jî, xwarinê pir hindik didin mehkûman.

Di hepsa Celbû de ku li nav sehrayêye, girtî di bin germa zêde de, perîşan in. Îdara hepsê wantîlatoran xweşik naxebitîne. Li hepsa Nefhayê jî, 3 roj berê, gava mehkûm nimêja sibehê dikin, personelê hepsê êrîşî wan dikin, heta fitariyê li wan eziyet û îşkence dikin.

Siyonîst di remezanê de, çend caran girtibû ser mehelên Ğezzeyê jî. Gelek kes birîndar kiribûn û li hêla Şerîa rojava jî malên hinek Filîstîniyan xerakiribûn. Siyonîst Îsraîlê ku xatrê Xwedê û remezanê nizanê, heta niha xesiriye. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin