Heqaret Sûcê Nefretê Ye

Diyanet “Heqaretên Li Baweriyan, Divê Sûcên Nefretê Bên Qebûl Kirin.”

Xeberan diyar kir ku Serokatiya karên Diyanetê di şûraya Îslamî ya Avrasyayê de, heqaretên li baweriyan ji bo sûcê nefretê bên qebûl kirin dixwaze hinek madde bên amade kirin. Ji Ewrûpa û Asyayê gelek alimên Îslamî tevlî civîna şêwrê dibin. Diyanet wê di vê meselê de ji wan destekê bixwaze. Teklîfa xebata hevkariyê bike.

Wekî tê zanîn di van salên dawîn de li welatên rojava, te’de û heqaretên li baweriya nexasim li muqeddesatên Îslamê zêde bûne. Ya paşîn ew bû ku bi fîlmê heqaret li pêxemberê me hat kirin û li Fransayê jî di kovarekê de qarîqatorên xebîs hatin weşandin. Diyanet dixwaze heqaretên li baweriyan, dijberiya baweriyê mîna sûcê nefretê bê qebûl kirin. Ji bo vê yekê jî xebatên xwe bipêş dixe.

Serekê Diyanetê Mehmet Gormez wiha got “Li ser ruyê erdê çawa nîjadperestî û cûdatî sûc tên qebûl kirin, divê heqaretên li baweriyan ji teref hemî sîstemên hiqûqan ve sûcê nefretê bê qebûl kirin.” (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin