“Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî”

Li Herema Kurdistana Başûr “referandûma serxwebûnê” îro di seat 08.00an de dest pê kir. Alî Bapîrê Rêberê Komel piştî ku raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Alî Bapîrê Rêberê Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê piştî ku bo referandûma serxwebûna Kurdistanê raya xwe da re ji endamên çapemeniyê daxuyanî da.

Bapîr di daxuyaniya ku belav kir de derheqê mijarê de wiha axivî: “Heqê xelkê Kurdistanê heye ku wek gelên din azad bijî. Ez bawer dikim ku temamê terefan bi coşeke mezin  biçin li ser sindoqan û raya xwe bavêjin.”

Di daxuyaniya ku doh ji terefg Navenda Giştî ya Komel ve hatibû dayîn de hatibû destnîşankirin ew ê di referandûma serxwebûnê de dengê ‘erê’ bidin.(ÎLKHA)

 




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin