“Her ferdê Ummetê wek tabi’î hemwelatiyê Anadolê ye”

MÊRDÎN - Alim, pêşeng, rîsipî, siyasî, STK û saziyên ramanî di derbarê dayîna hemwelatiyê ya ji bo Sûryeyiyan de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Pîştî ku Serokkomar Erdogan diyar kir ku dê ji bo gelê Sûrî statûya hemwelatî were dayîn Serokwezîr Bînalî Yildirim jî axivî. Yildirim diyar kir ku Wezîrtiya Karûbarên Hindir xebata di derbarê hemwelatiyê de qedandiye.

Alim, pêşeng û rîsipiyên ku di derbarê dayîna hemwelatiyê ya ji bo Sûryeyiyan de ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin pêwîst e kesên ku ji Sûrî koç kiriye re statûya hemwelatiyê were dayîn. Lê STKyan diyar kirin ku dayîna statûya hemwelatiyê ya ji bo Sûriyeyiyan çareserî nîne û dûvre sedemên vî yekê diyar dikin.

 “Bila ji kesên ku ji ber zilma komarê koçê Sûrî kiriye re statûya hemwelatî were dayîn”

Ji alim û rîsipiyên Mêrdînê Abdullatîf Nakşîoglu di derbarê dayîna statûya hemwelatiyê de wiha axivî “Di heyamêkê de Îsmet Înonu û hevalê wî; di encama zilma ku li alim, şêx û însanên bawermend dirin de gelekî ji wan hatin îdamkirin. Yên ku man jî her yekî ji wan çûn derke din. Îngilîz jî sînûr têxist nabeyna me. Xizmên gelek însanên ku wê çaxê koçê Sûrî kirin niha li Tirkiyê ne. Kesên ku ji zilma Înonu revîn û çûn Sûrî li wir dûçarê zilma zalim Hafiz Esed bûn. Hêj jî ew zilm didome. Ji ber zilma lawê Hafiz Esed ew mecbûr man koçê Tirkiyê kirin. Ev însan mihacir in. Çawa ku di wextê de wek mihacir çûn wir bi heman şiklê ji zilm û qetlîama ji wir revîn û wek mihacir hatine vir. Heke xizm, mal, axên wan li vir heye dibe ku statûya hemwelatiyê ji bo wan were dayîn.”

 “Ji xwe gelemperê xizmên kesên ku koç kirine Tirkiyeyî bûn”

Abdurrahman Akdagê Parlementerê Mêrdînê yê Heyama 24 emîn diyar kir şerê Sûrî ya ku ji sala 2011an pê ve dest pê kiriye ji şerên herî dijwar û wehşiyane ye. Her wiha Akdag bal kişand ku di serî de DYE û Ûris gelek aktorên kureyî û herêmî carinan rasterast  carinan jî bi rêxistinan midaxilê şerê dibin. Akdag anîbibîranîn ku ji ber vê şerê 3 milyon Sûrî koçê Tirkiyê kirine. Dûvre Akdag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xwe gelemperê xizmên kesên ku koç kirine Tirkiyeyî bûn. Bi qedr û qîmeta ku dî dîrokê de nehatibû dîtin xwedî li van mezlûman hat derketin. Biratiya mihacir-ensaran dûbare hat dîtin. Raya giştî ya dinyayê şahidê vî yekê ye.”

 “Ji bo ku ji kesên xwendayî îstîfade were kirin ev yek elzem e”

Akdag wiha pê de çû: “Helbet mimkun nîne ku mirov vî mafê bide hemî koçberan. Lê di jiyana civakî de ji bo ku mirov entegre bibe kesên ku rewşa wan minasib e divê ku statûya hemwelatiyê ji wan re were dayîn. Bi taybet ji bo ku ji kesên xwendayî îstîfade were kirin ev yek elzem e. Baş e ku mirov bîne bibîranîn ku dema ku dawî li şer were dê zarok, pîrekên ku koçber in dê dûbare vegerin welatê xwe. Divê neyê jibîrkirin ku ev kes mal, milk, xatire û hinek ferdên malbatên xwe li wir hêştin e.”

 “Her ferde Ummetê hemwelatiyê Anadolê ye”

Serokê Navenda Tehlîl û Lêkolînên Stratejîa ên Navneteweyî Ahmet Akgul diyar kir piştî ku Serokkomar Recep Tayîp Erdogan diyar kiriye ku dê statûya hemwelatiyê ji gelê Sûrî re were dayîn di derheqê vî mafê de serê wî tevlêhev bûye.

Akgul dûvre wiha axivî: “Gor me dayîna statûya hemwelatiyê ya ji gor raya giştî wek fermî 3 milyon, ya agahiyên ne fermî 4 milton Sûrî re agahiyekî rast nîne. Dema ku em bi nêrîna Tirkiyê binêrin mijara hemwelatiyê ya bi tercîhî rast e. Lê dema em gor mîsyona ku erdnîgara Îslamê ji dîrokê pê ve li Anadolê hilgirtiye binêrin ji xwe ji Hindîstanê heta Lîbyayê, ji kesên ehlê Somalî heta heta Sûryeyî her ferde Ummetê hemwelatiyê Anadolê ye.”

 “Bi hezaran perwerdekar, mihendis, ekademîsyenê me yên tibê bê kar in”

Serokê Federasyona Piştgiriya Civakî ya Mêrdînê Mehmet Şerîf Oter wiha axivî: “Gelê vir ji bo gelê Sûrî çi ji destê wan hat kir. Dema ku hewce kir kesên ku 2 dest cil û bergên wan hebûn destekî dan birayên xwe yên Sûriyeyî. Erzaq û xûrekên xwe yên di malê de bi wan re parve kir û dê vî yekê jî bidomîn e. Ev yek wezîfeya me ya însanî, biratî û cîranî ye. Hikûmeta me jî alîkariya wan kir. Qal tê kirin ku 3 milyon Sûryeyî hene. Di serî de perwerde û tendirûstî xizmeta ji bo wan bê pere tê kirin. Di serî de Serokkomarê me pêşengên dewletê diyar daxuyanî dan ku dê statûya hemwelatiyê ji bo van were dayîn. Dibêjin dê em kesên xwendayî û xwedî wesfên baş hilbigrin. Em vê yekê baş nabînin. Lewra bi hezaran perwerdekar, mihendis, ekademîsyenê me yên tibê bê kar in. Bila ji van re îş were dîtin.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye