Cotkarên ku li Gercewsa Êlihê karê rezvaniyê dikin di van salên dawî de ji ber ku di warê hilberînê de zêdetir mehsûl tê standin cotkar berê xwe dan pergala nû ya ku wek bi navê pergela ‘Noqitandin’ û ‘Terbiyeya bi Têl.’
Cotkarên ku li gundê Qirqata Gercewsê karê rezvaniyê dikin û vê pergalê bi kar tînin ji ber pergela ku bikartînin û dibêjin bila cotkarên din jî vê pergalê demildest bi kar bînin.
Cotkarê bi navê Mehmet Selîm Temîzê ku di warê rezvaniyê de pergala nû li gundê xwe bi kar tîne diyar kir berî ku ew pergala noqitandin û terbiyeya bi têl bi kar bîne ji rezê xwe 200-300 kîlo tirî radikir, lê piştî ku pergela nû bi kar anî re ew ji heman rezê xwe 2 ton tirî rakiye.
“Bi pergala nû ji ya kevin 3 qet zêdetir hilberîn tê kirin”
Temîzê ku derheqê mijarê de nirxandinan kir diyar kir ew ji sala 2010an vir ve vê pergala nû li heremê bi kar tînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mêwên rezên berê li erdê bûn. Me exlbeyê rezên xwe li gor pergala nû terbiye kir. Ji bo pergala terbiyeya bi têl me mêwên Amerîkayî ji Manîsayê da anîn. Ji ber ku rahên bê mêwê tehl in li dijî nexweşiyan sexlam in û li ber xwe didin. Ji ber vê yekê me van mêwan da anîn vê derê. Kesên ku îmkanên wan hebin bila ji van mêwan didin anîn. Mêwên hinek rezên me li erdê ne, em wan mêwan li gor pergela nû tertîp dikin û em wan davêjin ser têlan. Ev cûr tirî tiriyê şîre ya Gercewsê ye. Dema ku li ser têlan bin zêdetir hewayê distînin û xera nabin û hilberîn li gor pergela kevin zêdetir dibe. Bi pergala nû ji ya kevin 3 qet zêdetir hilberîn tê kirin.”
“Pergala terbiyeya bi têl li Gercewsa eleqeyeke mezin dibîne”
Temîz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji bo pergela noqitandin û terbiyeya bi têl desteka dewletê pêwîst e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku îmkana wan hebe bila mêwên xwe bavêjin li ser têlan, çi qas niaribin av bidin jî dîsa ji ber ku mêw li ser têlan zêdetir hewayê distînin, tirî xera nabe û hilberîn zêdetir dibe. Pergala terbiyeya bi têl li Gercewsa eleqeyeke mezin dibîne. Gelek cotkar berê xwe dide vê pergalê. Em ji dewletê dixwazin ku bila desteka xwe ji bo vê yekê bidomîne. Hinek cotkar ew ê karibin bi desteka dewletê dest bi pergalê bikin.”
ÎLKHA