Hereketa Mustezefan

Hereket Xebatên Xwe Yên Siyasî Didomîne

Civînên şêwrê yên hereketa Mustezefan, heta welatên Îslamê û Ewrûpayê belav bû. Çendakî berê, endamê hereketê yê damezrîner Seîd Şahin, li Ewrûpayê li çend welatan geriyabû û bi gelek kesên maqûl û mela û serekê komelan re civîn li dar xistibû. Fikr û tewsiyên wan stendibûn.

Seîd Şahîn der barê gera xwe de ji qezeta Doğrûhaberê re peyivî. Şahîn îfade kir ku ji alema Îslamê ji Îranê, Hamasê, Îxwan, Hîzbûllah û herêma Kurdistanê serdana hinek hereket û partiyên Îslamî kirine û hevpeyvîn pêkanîne.

Seîd Şahîn wiha diyar kir “Hereketa me ji nav şertên civaka me derketiye û di vê sehayê de fealiyetan dike. Xebatên meyên Îslamî li ber çavane. Di pêşerojê de pêvajoyek nû heye. Di vê noqteyê de hereketa Mustezefan dixwaze barê daye ser milê xwe hilgire. Ji ber vê yekê jî dixwaze ji tecrûbên hereketên Îslamî îstîfade bike. Di civîn û xebat û hevdîtinan de tiştê me dî û ferq kir ku edres û navnîşana çareseriyê, Îslam e. Kesên wê mesele û pirsgirêkan hal û biçare bike jî musluman in.”

Seîd Şahîn da zanîn ku ji bo damezrandina partiyek siyasî jî xebatên wan bilez didomin. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be