Qrîza di navbera herêma Kurdistan û îdara Malikî de dewam dike. Ji bo rakirina qirîzê bi navbeynkariya serekmeclîsê İraqê Usame Necefî, li Beğdayê muzakere dewam dikirin. Feqet serekwezîrê İraqê Nûrî Malikî 14 maddeyan qebûl nekir. Heyeta herêmê jî, ji Beğdayê vegeriya.
Serekê hereketa Demokratîka Turkmenan ya İraqê Karhî Altinparmak, di civînê de îfade kir ku “maddeyên ku Mesûd Barzanî pêşî Malikî kirin, ji teref Malikî ve hatin redd kirin. Ji ber vê yekê jî Malikî metna peymanê tesdîq nekir.”
Altinparmak wiha diyar kir “Birêz Barzanî diyar kir ku metna 14 maddeyên ya ji bo li hev kirinê pêşî Malikî kiriye. Ji ber vê yekê li Beğdayê ev serê 3 rojan bû ku di sewiya wezîrên parastinê de muzakere dihatin li dar xistin. Feqet Nûrî Malikî vê metna li hev kirinê red kiriye. Ji lew heyeta herêma Kurdistanê ji Beğdayê vegeriyaye.” www.bangaheq.net