Herêma Kurdistanê Bi Ser Tirkiyê De Petrola Xwe Difiroşe

Herêma Kurdistanê Bi Ser Tirkiyê De Petrola Xwe DifiroşeAjansa Reutersê a Navdewletî, li gor xebera ku çavkaniya wê sektora vî karî ye, diyar kir ku; Herêma Kurdistanê cara ‘ewwil despê kir ku bi ser Tirkiyê de li ser navê xwe petrolê difiroşe bazarên din

Ajansa Reutersê a Navdewletî, li gor xebera ku çavkaniya wê sektora vî karî ye, diyar kir ku; Herêma Kurdistanê cara ‘ewwil despê kir ku bi ser Tirkiyê de li ser navê xwe petrolê difiroşe bazarên dinyê.

Li gor me’lûmatên ji çavkaniyên sektor û neqliyeyê hatine stendin, îxraca petrolê a ewil ku Herêma Kurdistanê li ser navê xwe kiriye bi kamyonan hatiye birin lîmana Mersînê.

Ev gavên dawî, Îdara Merkezî a Beğdayê ku li ser tevî petrolên ‘Iraqê xwe xwedî heq dibîne xist rewşeke zor.

Îdara Kurdistanê beyan kir ku petrola îxrac kirine tiştekî hindik e, lê belê ji bo Herêma Kurdistanê ku naxwaze di aliyê malî de bi îdara merkezî ve girêdayî be qîmeteke wê ya sembolîk heye.

Ev salekî û nîve ku peymanên ku îdara Kurdistanê bi şîrketên Chevron û Exxon Mobîlê re îmze kiriye tepkîya îdara merkezî dikşîne.

Tê beyan kirin ku Îdara Kurdistanê, pay kirineke birkartir û xebateke di rewşên qenctir de dide şîrketên dervî ‘Iraqê.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin