Heremên taybet ên bi ewlehî gundiyên ku heywanan xwedî dikin bifikar dikin

Ji ber operasyonên ku li çoltera Rojhilatêji ber ‘heremên taybet ên bi ewlehî’ tên lidarxistin kesên ku heywanan xwedî dikin û heywanên xwe li zozanan diçêrenin mexdûr dibin.

Hat ragihandin ji ber operasyonên ku li çoltera Rojhilat tên lidarxistin  ‘heremên taybet ên bi ewlehî’ tên lidarxistin ku ev yek jî kesên ku heywanan xwedî dikin û heywanên xwe li zozanan diçêrenin mexdûr dike.  Kutbeddîn Kayayê ku li Gundê Kizwaka Tatwanê  heywanan xwedî dike di derbarê mijarê de diyar kir zozan û mêrgên gundê wan zehf e; lê belê ew ji ber ‘herema taybet a bi ewlehî’ nikarin heywanên xwe bibin zozanan.

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gundê wan ji zêdetirî 6 hezarî pez heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo heywanan av jî tuneye. Li gund ji bo heywanan 16 hezar donim mêrg heye. Lê belê destûr nadin ku em heywanên xwe derxînin zozanan. Hemû derê me qedexe kirine. Em xwediyên heywanan di haleke zehmet de ne.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Ger zozan serbest bûbana, ew ê pereke baş ji karê heywanan hatibana. Îro kîloya pênîr 15-20 TL ye. Bihaya heywanekî/ê hezar tl ye. Li vê derê mêrg û çêrgeh gelek zêde ne, lê belê em nikarin heywanên xwe li van deran biçêrenin.  Ger îro ava me hebana û mêrg neqedexebana tu zehmetiya me nedima. Em di van şertan de ne dikarin heywanan bifiroşin ne jî wan bifiroşin. Ger em bifiroşin em ê debara xwe çawa bikin? Av tuneye ku em erdan biçînin. Em perîşan bûne.”

Şivanê bi navê Celal Koçak jî di derbarê mijarê de diyar kir karê şivantiyê kareke baş e, lê belê ji ber ku  ew nikarin heywanên xwe bibin mêrg û çêrgehan bi gelek mişkîliyan rûbirû dimînin.

ÎLKHA





















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe