Herfên Qedexe Serbest Dibin

Di 30ê Îlonê de pakêta demokratîkbûnê tê diyarkirin

Di 30ê Îlonê de pakêta demokratîkbûnê tê diyarkirin. Tê hêvîkirin ku bi pakêtê hinek herfên mîna Q, X, W yên ku ji Tirkî nayên qebûlkirin û ev serê 85 salan e ku yesax û qedexe ne, bên serbestkirin û têkevin elfabeyê.
 
  Ev herf bi piranî di Kurdî de tên bikaranîn. Ji ber ku ji elfabeya Tirkî nayê hesibandin, bi salan bû ku qedexe bûn. Pirsgirêk herî zêde di danîna navên Kurdî de diqewimîn.
 
  Di me’melên resmî de ev herf nayên bikaranîn. Kesê wan bi kar bîne,  bi sûcê mixalefeta maddeya 222an ya qanûna cezaya Tirk tên mehkemekirin. 
  Wekî tê zanîn di damezrandina cimhûriyeta Tirkiyê de, herfên latînî hatibûn qebûlkirin û herfên Erebî hatibûn qedexekirin. Bi vî awayî di şevekê de xelkê Tirkiyê bûbûn cahil.(Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin