Hesada bi tirpanê ya ku makîneya dirûnê naçe wir

ÊLIH - Li gundên girêdayê Êlihê yên ku erden wan bilind in zeviyên dexilê yên ku makîneyên dirûnê nikare biçe wir dirûn bi tirpan û dasokan pêk tê.

Digel germahiya pileya 40an li gundên girêdayê bajarê Êlihê ji ber ku erd asê û bilind in makîneyên dirûnê nikarin biçin wir dexil bi tirpan û dasokan tê dirûn.

Nişteciyên gundan diyar kirin ku vê çandinê ji bo mal diçînin û ew ji bo ticaretê zevî naçînin. Her wiha wan destnîşan kirin dema ku wextê dirûtinê tê ew wek malbat hemî bi hev re zeviyan didirûn.

Gundiyan diyar kirin ku makîneyên dirûtinê qet nakeve nav zeviyên wan. Sedema vê yekê jî ew e ku zeviyên wan di derên asê de ne. Ji ber vê yekê ew nikarin qet teknolojiyê îstîfade bikin.

Nurullah Tekînê ku ji Gundê Botikayê ya girêdayê Gercewsê ye diyar kir ku ji sibê heta êvarê ew di bin rojê de genim didirûn. Dûvre Tekîn wiha axivî: “Dema ku teknolojî tunebû bav û kalên me genimê bi tirpan û dasokan didirûtin. Em jî di heyama teknolojiyê de ne. Lê hêj em bi tirpanê dexil didirûn. Lewra makîneyên dirûtinê nakeve nav zeviyên me. Zeviyên me biçûk û perçe perçe ne. Ji ber ku rê naçe ber zeviyên me em wekê kesên berî zeviyên xwe didirûn. Hewa germ e lê em nikarin hesadê di zeviyan de bihêlin.” (ÎLKHA)

 









 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye