Hesada gozan rûyê cotkaran dikenîne

Cotkaran diyar kirin ku ew ji ber rekolteya gozên Bedlîsê ya ku bi mezinahî û tama xwe navdar e memnûn in.

Li Bedlîsê hesada gozan dest pê kir. Cotkarên li herêmê destnîşan kirin ku ew wek cotkar ji hesada îsal memnûn in.

Cotkaran destnîşan kirin ku randimana îsal gor salên din çêtir e. Endîşeya wan a di derbarê gozan de ew e ku heke ji derve goz were îthalkirin dê ew ji vî yekê wek neyînî bandordar dike. Ji cotkaran Ahmet Tontaş diyar kir ku wan nû dest bi weşandina gozan kirne.

Cotkar ji randimana gozan memnûn in

Tontaş belav kir ji sira ku ji sala 2014an li mîveyan daye pê ve sal bi sal randiman dikeve. Lê Tontaş dest nîşan kir ku randimana îsal ji ya par çêtir e. Dûvre Tontaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gozên ku me par hildiberand ji ber ku kêm bû behaya gozan pir zêde bû. Lê îsal em bendewar in ku randimanekî baş hebe. Gor salên din îsal randiman çêtir e. Ev randiman niyaziyê têr nake. Lê em memnûn in. Lewra aboriya me bi vî tê temînkirin. Gozên Bedlîsê bi tahm, gewde û vîtamînên ku din av xwe de dihewîne ve tê naskirin.”

Tontaş diyar kir pirsgirêka wan a herî mezin ew e ku ji derve goz tê îthalkirin. Dûvre Tontaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra vîtamîna gozên ku ji derve tên îthalkirin pir kêm e. Ev gozên ku tên îthalkirin di piyaseyê de tên îstîfadekirin. Ji ber gozên ku tên îthalkirin em jî gozên xwe erzan difroşin. Lê goza Bedlîsê xweştir e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye