Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewa zaliman li wan heram bibe

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yimaz qebrên Yasîn Boru û hevalên wî û yê Aytaç Baranê ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin ziyaret kir.

Yasîn Boru û hevalên wî û Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê yên ku ji teref PKKyiyan  ve bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin li ber serê qebrên xwe ji teref naskirî  û dost û hevalên xwe ve hatin yadkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û heyeta pê re jî beşdarî ziyareta qebran bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yimaz piştî ziyareta qebran  destnîşan kir ew Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî bi xêrê yad dikin û li gelek derên cografyaya Îslamê dîsa Yasîn şehîd dibin.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro bi hezaran kesên ku hezkiriyên wan in ji bo Fatîhayekê bixwînin û bo wan yad bikin li vê derê kom bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta ku Yasîn bibin qurban ew ê xewna zaliman li wan biherime û e ew ê zalim rihat nerazin. Li her derên ku lê zalim, zilm û kafir hebin ew ê elbet kesên mezlûm, mustezaf  li vê dozê xwedî  derkevin û dozê li erdê nehêlin. Li cihên ku lê feqîr, muxtac û birçî hebin ew ê li wê derê di her dewrê de Yasîn derkevin û ew ê parçeyek be jî goşt bidin wan. Dibe ku ew kesên goştên qurbanan belav bikin şehîd bibin, lê belê ew ê misyon berdewam bike.Bila şipha tu kesî ji vê yekê tunebe. Bes ku em wan ji bîr nekin û bes ku xwedî li vê dozê derkevin û xwedî li vê misyonê jî derkevin. Di her Eyda Qurbanê de em bibêjin em Yasîn in û goştê qurbanên ku hatine serjêkirin belav bikin û wan kesên feqîr û muxtac bêalîkar nehêlin.”

Yilmaz di dawiy axavtina xwe de qala zilm û tehdayiya ku li Mynamarê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve tên kirin kir û diyar kir “Mislimanên li Arakanê bi xwe dibin qurban.”

ÎLKHA



















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e