Heta Ku Zarokên Me Neyên Em Naçin

Malbatên ku Pkkê zarokên revandine çiyê û ji lew 4 meh berê dest bi çalakiyê kirine, li Enqerê bi serokwezîr Ahmet Davûtoğlu re hatin cem hev. Pey hevdîtinê malbatan îfade kir ku heta zarokên wan neyên, ew ê li Enqerê çalakiya xwe bidomînin.

22 malbatên ku zarokên wan ji aliyê Pkkê ve revandine çîyê, li Enqerê bi serokwezîr Ahmet Davutoğlu re hatin cem hev.

Hevdîtin li avahiya merkeza giştî ya Ak Partiyê pêk hat û alîkara serokê giştî ya Ak Partiyê Öznûr Çalik jî tevlî hevdîtinê bû.

Malbatan piştî hevdîtinê daxuyanî da ku wê çalakiya xwe ya li Diyarbekirê dest pêkiribûn li Enqerê bidomînin û weha gotin: “Heta ku zarokên me neyên, em ji Enqerê naçin.”

Pey hevdîtinê Sabrî Önalan li ser navê malbatan da zanîn ku li çalakiya xwe ya li Diyarbekirê ya ku bi ser 115 rojan ketiye bi dawî kirine. Önalan got ku serokwezîr Davutoğlu îfade kiriye ku wê weka ji bo zarokê xwe bi mesela zarokên wan re eleqedar be. Ew ê malbat li Enqerê bi desteka saziyên sivîl bimînin û ji bo anîna zarokên xwe hemî îmkanên xwe seferber bikin.

Sabrî Önalan da zanîn ku ji serokcimhûr Erdoğan jî randevû xwestine.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar