Hevalên Cafer Gîzlî di derheqê wî de axivîn

Hevalên Cafer Gîzliyê 16 salî yê ku li Mêrsînê hatibû qetilkirin di derbarê hevalê xwe de axivîn û diyar kirin ji ber ku ew dîndar bû wî qetilkirin .

Her weke ku tê zanîn Cafer Gîzliyê 16 salî berî vê çend roja li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di organîzasyona ku ji teref Wezareta Werzîş û Ciwaniyê ve hatibû tertîpkirin de ji teref kesên PKKyî ve bi kêran hatibû qetilkirin.Hevalên Cafer Gîzlîyî di derbarê hevalê xwe de axivîn  û diyar kirin ji ber ku ew dîndar bû wî qetilkirin û ew ji ber qetilkirina wî xemgînîyên xwe anîn ziman.

Hevalê Cafer Gîzlîyî yê bi navê Îsmaîl Tofan diyar kir ew û Cafer 2 sala di heman polê de perwerdehî dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cafer hevalê min yê rûniştekê bû.Me hevdû li derve dema meşê de nas kir. Ew mirovekî baş bû.Pişt re çend mekteb guhart. Herî dawî jî çû Lîseya Anadolu yê Gaffar Okkan.Dema ku me xebera mirina wî bihîst em mehf bûn.Ew qetlîameke bi vî awayî heq nedikir.Lê Xwedê Teala wî gihande şehadetê ku ev yek ji me hemûyan re bes e.”

 “Em digel hevdû diçûn sohbetên Îslamî”

Tofan di berdewama axavtina xwe de diyar  kir  ew û Cafer digel hevdû diçûn sohbetên Îslamî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew her tim dikeniya.Em digel hevdû diçûn sohbetên Îslamî.Xwedê Teala çûyîna li ser rêya wî nesîbê me jî bike.Ew û  Yasîn Boru hevdû nasdikirin.Her wiha ew, Aytaç Baran jî nasdikir.”

Di derbarê mijarê de her wiha çend hevalên Cafer Gîzlî yên din jî di derbarê hevalê xwe de diyar kirin Cafer mirovekî baş û bi edeb bû, ew ji ber ku dîndar bû hat qetilkirin.Em ji wî razî bûn, Xwedê Teala jî ji wî razî be, mekanê wî cennet be.Em hemû Kurd in û misliman in.Lê haya hinekan ji vê yekê tune ye.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar