Li gor beyanatên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê, di sala 2006an de 636 Hezar, di sala 2007î de 638 hezar, di sala 2008î 641 hezar kîz û kur zewicîne. Ev hejmarên han di pênc salên dawîn de di navbera 60 û 40 hezar kiz û xortî de kêm bûye.
Van îstatîstîkan nîşandidin ku roj bi roj hejmara kesên dizewicin kêm dibe.
Li gor îstatîstîkan temenê zewacê jî roj bi roj zêdetir dibe. Di zilama de bi piranî temenê zewacê di sala 2003êhî de 27,5 e, lê ev temen di sala 2012î de gihîştiye 29 salî. Dîsa di keçika de ev temen ji 23,5 salî gihîştiye 25 salî.
Li Tirkiyê hevberdana jin û mêran jî roj bi roj zêdetir dibe. Di nava deh salên dawîn de Milyonek û 43 Hezar û 97 jin û mêrî hev berdane.
Bi piranî hev berdan li herêma Egeyê û herî kêm jî li bajarên Kurdistanê yên weke Malatî, El’ezîz, Çepexçûr û Dêrsîmê diqewimin.
Îstatîstîk nîşan didin ku dema herî zor di zewacê de 5 salên ‘ewilin. Bi piranî jin û mêr di van salan de hev û din berdidin.
Di serî sedemên hev berdanê de jî lihevnekirina jin û mêra tê. BANGAHEQ