Hevdîtina Aliman a 8emîn li Dîyarbekirê dest pê kir

Bernameya Hevdîtina Aliman a 8emîn ya ku her sal ji teref Yekîtîya Medreseyan û Aliman ve tê lidarxistin li Dîyarbekirê di Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de tê lidarxistin.

Bernameya Hevdîtina Aliman a 8emîn ku bê tertîpkirin, îsal bi şîara “Ji Şîyarbûna Îslamî Re Rêbertî” tê lidarxistin.

Di bernameya ku ew ê du roj bidome de meseleyên parastina malbatê, nîjadperestî û meseleya Kurd, ragihandina bi ciwanan re, midexeleyên ku ji fitret û însanîyetê re tên kirin, meseleyên civakî û meseleya ji şîyarbûna Îslamî re rêbertî wê bên gotûbejkirin.

Bernameya “Hevdîtina Aliman” ya ku her sal bi navneteweyî tê lidarxistin, ji sala 2015an heta niha berdewam dike.

Bernameya ku ji welatên Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye, Misir, Fîlîstîn, Efxenistan, Qeter, Libnan, Urdin û Herêma Kurdistanê ulemayên bijarte beşdarî dibin, ew ê îsal li Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê di navbera 30yê Îlonê - 1ê Çirîya Pêşîn de bi şîara “Ji Şîyarbûna Îslamî Re Rêbertî” bê lidarxistin.

Armanca esas a hevdîtina ku îsal ew ê 8emîna wî bê lidarxistin weha hat diyarkirin ku serî di navbera erdnigarîya Kurdan de dûre jî di erdnigarîya Îslamê de ulemeyan di cîhekî de anîtina ba hev e; ji pirsgirêkên mewcût a di alema Îslamê de hene re dîtina çareserîyê û rol girtina rêbertîya di pêşveçûnê de ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno