Hevdîtina Erdoğan Û Obama

Serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan û serokdewletê Amerîkayê Barak Obama hatin cem hev. Di hevdîtinê de hedîseyên Iraq, Sûrîye û Filistînê û ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve guhdarîkirina Tirkiyê hatin xeber dan.

Li Gallerê serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan û serokdewletê Amerîkayê Barak Obama hatin cem hev. Hevdîtin ji medyayê re girtî pêk hat û bi qasî saetek û 25 deqîqeyan dewam kir.

Di hevdîtinê de wezîrê karên derve Mevlut Çavûşoğlu, wezîrê parastina mîllî Îsmet Yilmaz, misteşarê wezareta karên derve û kesê wê bibe alîkarê sekreterê serokcimhûriyê digel Erdoğan amade bûn. John Kerryê wezîrê karên derve yê Emrîkayê jî bi Obama re tevlî hevdîtinê bû.

Di hevdîtinê de hedîseyên İraq, Sûriyê û Filistînê, ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve guhdarîkirina Tirkiyê, daxwaza îadekirin an jî dersînorkirina Fethullah Gulen hatin xeberdan.

Alîyan îfade kir ku bila hewlên ji bo li Filistînê agirbesteke daimî bên destekkirin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin