Li gor xeberan hat gotin ku serekê hikûmeta Filîstînê Îsmaîl Heniye û serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, hatin cemhev. Piştî hevdîtinê hat îfade kirin ku wê Misir ji Ğezzeyê re hinek alîkariya bike.
Hat gotin ku wê deriyê Refahê ya di navbera Ğezze û Misrê de, rojê 12 saetan vekirî bimîne. Hejmara kesên ku di derî re derbas bibin, wê ji 800î derkeve 2 hezarî. Wê di derî re sewkiyata mazot û benzînê bê kirin. Wê sewkiyata 150 hezar lîtreyê, rojê derkeve 500 hezar lîtreyê.
Wê Muhammed Mûrsî li Misrê, mijara vekirina konsolosxane ya li Ğezzeyê, teklîfî niqaşkirinê bike. Hat diyar kirin ku Îsmaîl Heniye jî, li ser ewlehiya Sîna û sînorê Misir û Ğezzeyê, temînat daye Misrê. Ji ber vê yekê jî, wezîrê karên hundir yê Fîlîstînê Fethî Hammadê bi xwe re biriye. Hat îfade ku kirin wê Îsmaîl Heniye, paşê ji bo umrê here Siûdî Erebîstanê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)