Hevdîtîna Ji Bo Qûdsê

Hevdîtina Ciwanan Ya Qudsê Ya Heftan Li Stenbolê Dest Pê Kir

Hevdîtina Qudsê ya navnetewî, ji teref saziya Qudsê ve tê li dar xistin. Hevdîtina heftan li Stenbolê dest pê kir. Do konferansa bi navê “Bihara ummetê li Qudsê şîn dibe” hat li dar xistin. Ji hundir û dervê welat gelek kes tevlî konferansê bûn.

Serekê komela Qudsê ya navnetewî Yasîn Hemmûd di konferansê de wiha îfade kir “Tirkiye dikare ji bo Qudsê gelek tiştan bike. Divê her ciwanek ji bo Qudsê tiştekî bike. Şoreşa Misrê nimûne ye.”

Ji Tirkiye Muhammed Ağirakça û serekê yekîtiya ciwanan ya ji bo Qudsê Husam el Ğalî jî peyivîn.

Hevdîtin ji teref 30 saziyên sivîl yên Tirkiye ve tê şopandin. Wê bername 6 rojan dewam bike. Berî niha li Qatar, Kûweyt, Sûdan, Cezayîr, Misir û Yemenê hatibû li dar xistin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be