Hevdîtina Kerry û Barzanî

Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê John Kerry, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat bal hev.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qûbat Telebanî, Serokê Tevgera Goranê Noşîrvan Mistefa û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih jî beşdarî hevdîtinê bûn.

  Li gor agahiyan Kerry û Barzanî li ser pirsa rewşa Misûlê xeber dan.

  Kerry da zanîn ku divê îdareke ku hemû komên etnîk û dînî di bin banê wî de bên bal hev bê avakirin, lewra îdareke bi vî rengî, wê hêsantir pirsgirêkan çareser bike. Hat gotin ku Emrîka, Kurdistaneke serbixwe dil nake.

  Barzanî jî destnîşan kir ku qirîz bi rêyên zordarî û leşkerî nayên çareserkirin û pêdiviya Iraqê bi rêyên çareseriyê yên siyasî heye. Barzanî da zanîn ku herêmên di bin destê pêşmergeyan de bi ewle ne, can û malê gelê herêmê tê parastin. Herwiha wê alîkariya însanî ya penaberên ku tên herêmê jî bê kirin.

  John Kerry di çarçoveya hevdîtinên Iraqê de bi Serokwezîr Nûrî Malikî û Wezîrê Karên Derve Hoşyar Zebarî re jî, li paytext Beğdayê hatibû bal hev.

 BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin