Hevdîtina Meşal Û Erdoğan

Çend roj berê serokê Hamasê Xalid Meşal hatibû Enqerê û li qonaxa serekwezîrtiyê bi Teyyîb Erdoğan re hevdîtinek pêk anî bû

Çend roj berê serokê Hamasê Xalid Meşal hatibû Enqerê û li qonaxa serekwezîrtiyê bi Teyyîb Erdoğan re hevdîtinek pêk anî bû. Hevdîtin ji medyayê re girtî hatibû kirin.
 
Niha teferruat û xeberdanên hevdîtinê eşkere bûn. Lîderê Hamasê Xalid Meşal, li ser hevdîtinê wiha got: “Tirkiye dewletek e ku qîmetê dide mesela Filistînê. Me di hevdîtinê de di serî de mesela Filistînê, li ser meselên li herêmê xeber dan.
 
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera rejîma siyonîst Îsraîl û el-Fetîhê de, xapandinê dinyê ye. Rejîma siyonîst Îsraîl dixwaze Mescîda Eqsayê beş bike û yahûdiyan bi cî bike. Di xeberdanan de rewşa însanî ya li Ğezzeyê, trajediyên diqewimin, nexweşxane, îlaç, pêdivîyên perwerdeyê yên zarokan, ambargoya li ser Ğezzeyê û rewşa li Şerîaya rojavayê jî hebûn.”
 
Xalid Meşal da zanîn ku sîyonîst di camiya el Xelîlê de, ayîna bi dans û muzîkê kiriye. Îhlalên siyonîstan yên li ber Mescîda Eqsayê jî dewam dikin.  (Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar