Hevdîtinên Îmraliyê

Çendakî berê ji BDPê 3 parlementer, çûbûn Îmraliye, bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê, hem ji hêla muxalefetê û hem jî ji îktîdarê gelek xeberdan hatin kirin

Çendakî berê ji BDPê 3 parlementer, çûbûn Îmraliye, bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê, hem ji hêla muxalefetê û hem jî ji îktîdarê gelek xeberdan hatin kirin.

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, beriya ziyareta Viyennayê, li firogehê di civîna medyayî de xeber da. Erdoğan da zanîn ku, divê PKK dev ji çek û sîlehê berde. Eger dev ji sîlehê berde, li dinyê cihê ku wê karibin hernê gelek in. Dikarin herin welatê cîran, karin herin dewletên din. Erdoğan li ser 3 nivîsên Ocalan yên ku ji BDPê re şandibû, wiha îfade kir “Prensîb û qaydên me bellî ne. Eger li gor van prensîba bin, musbet in, yan na tewr û helwesta me eşkere ye.”

Ocalan di nivîsên xwe de beyan dike ku, ger şert pêk bên, di qonaxa ewil de wê PKK di 15ê Tebaxê de vekişe dervê sînor. Di qonaxa dudan de xebatên qanûna nû heye. Ocalan di nivîsa xwe de dixwaze bi qanûna nû heqên herkesî bê parastin û diyar dike ku teleba wanî federasyon û xweserî tune ne, divê avahiya unîtera dewletê bê parastin. Di qonaxa sisiyan de jî tê beyan kirin ku, wê bi Tirkiyeke demokratîk hemî pirsgirêk bên çareserkirin û bal tê kişandin ser hemwelatiyeke wekhev. Divê Qandîl û BDP, van teklifa bi cewab bikin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar